Famîleya darberk û gurganan (Betulaceae) famîleyeke riwekan e. Di koma Fagales de cihê xwe digire. Pirranî li nîvkada bakur cihwarbûyî ye. Li cihên tropîk jî, li çiyayan diçê. Endamên vê famîleyê dar an devî ne.
Famîleya Betulaceae sala 1822'yê ji aliyê Asa Gray ve, di A Natural Arrangement of British Plants, 2, 222, 243'yê de hatiye binavkirin. Di famîleya Betulaceaeyê de 2 êl, 6 cins û 110 heya 200 cure hene:
Daralînka sor a kesk (Alnus viridis).
Darberka kaxezî (Betula papyrifera).
Gurgan (Carpinus betulus).
Bindeqa aman (Corylus avellana).
Gurgana çînî ya ewropayî (Ostrya carpinifolia).